Mem ARARAT - Ken û Ked Şarkı Sözleri
Mem ARARAT - Ken û Ked Şarkı Sözleri Sozdarê çaviya bexçeyê Sîpan Gul û kul, Sozdarê kenekî bi esl û fesil Hiş û dil Ba navê te dibêje vê sibehê û dunya li dora te dizîvire Peyv kêm in,axaftin kêm e , dilopek avî ya li gerdena sêvê deq ,hinne û xeml dîtna te xêra xwedê ye ji te hezkirin mêrgeke bê ser û bin û li kelkela vê êvînê navê te diqîre dil Sozdarê gul û kul, Sozdarê hiş û dil serdema kulîlkan nehatibe jî tu vebe tim vebe ez heyran. Sozdarê delalê, Sozdarê kulîlka biharê li çarenûsa me berf bariya lê dirêjtir e ji sed salî emrê ramûsanekê li bende şeva xwe ye çîrokek dirêj xewnan belav dike sewta sibatê kê bawer dikir wê kulîlkê vebin li pişt vê sermê û bejn û bala Sîpan , Ararat vegerîne heyatê Lê lê, dînîtiya Mem piştî ewqas rê û sal min konê xwe veda li ber behra Wan ê wêrekiya te da min şûrê xwe li kevir dide û koçeran vedigerîne ji rê. Li ser darê linga xew heram e nîşana li ser parsûyê min Sozdarê me ji tiliya xwe bîn kiribû ev dilsozî û tucarî dil şolî n...